Çeteyên dewleta Tirk welatiyek li Efrînê kuştin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her diçe zêde dibe. Çeteyan welatiyekî ji navçeya Şêrawa ya Efîna dagirkirî kuştin.

Hat ragihandin, çeteyên koma bi navê ‘Feyleq El-Şam’ yên girêdayî dewleta Tirk welatiyê bi navê Seîd Ehmed Şêx Elî-55 yê ku ji gundê Biyê yê navçeya Şêrawa ye, kuştin.

Hate diyarkirin ku Seîd Ehmed Şêx Elî dema bi traktora xwe diçû gundê Xezawiyê da ku pêdiviyên xwarinê bikire, çeteyan bi 2 erebeya didin pey wî dûre Seîd kuştî tê dîtin.

Hat zanîn ku Seîd û kurê wî berê vê jî ji aliyê çeteyan hatibûn revandin û îşkence li wan hatibû kirin.

Back to top button