ÎHD: Divê demildest deriyên girtîgehan bên vekirin

Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal diyar kir ku, hêştina girtiyên siyasî bi tenê bi Vîrûsa Corona re rû bi rû bimînin sûcekî li dijî mirovatiyê ye.

Akin Bîrdal ragihand ku li girtîgehên Tirkiyê li nav 296 hezar girtî, hezar û 333 girtiyên nexweş hene û rewşa wan ya tendûristiytê ne baş e, her wiha 2 hezar û 500 zarok, jinên bi zarok û ducanî jî hene.

Bîrdal bal kişande ser şertên jiyanê û paqjiyê yên girtîgehan û got:

”Li girtîgehan şertên jiyanê pir zor in, ev yek jî yekser bandorê li ser belav kirina vîrûsa corona dike.

Bîrdal destnşîan kir ku di vê mijaran de divê hikumet bi bi muxaefetê re hevkariyê bike û wiha anî ziman:

Tirkiye bûye nîvgirtîgehek e, rewşa li pêşiya me wê hê girantir bibe.

Di serdemeke wiha de wê hewceyî bi yekîtiya civakî û piştevaniyê hebe. Divê mirov pêşî li vê negire.”

Back to top button