Girtiyên PAJK-PKK’yî: Li dijî vîrûsê ti tevdîrek nehatiye girtin

Girtiyên PAJK û PKK’ê derbarê belavbûna Vîrûsa Coran daxuyaniyek nivîskî dan, girtiyan raghandin ku li dijî vîrûsa corona li girtîgehan ti tedbîr nehatine girtin û ji belavbûna vîrûsê hemû derî hatine vekirin û zemîn hatiye hazirkirin.

Girtiyan diyar kirin ku eger vîrûsa derbasî zindanê bibe û girtî pêkevin hikumeta Tirkiyê berpirs in.

Girtiyên PAJKû PKK’ê derbarê vîrûsa corona û metirsiya wê li ser girtiyên di zindanên Tirkiyê da daxuyaneyek nivîskî da.

Girtiyên PAJKû PKK’ê raghand ku li girtîgehên Tirkiyê ti tedbîr ji bo rêgirtina li ber corona nehatin standin û got:

Em li vir bang li hemû raya giştî dikin ku ti tedîrek nehatiye girtin.

Ji bo belavbûna vîrûsê li zindanan hemû derî hatine vekirin û bingeha balav bûna vîrûsê hatiye amadekirin.

Li vir ji belavbûna şewbê û mirinên ku pêk bê hikûmet û wezaret, berpirs in.

Girtiyan diyar kirin ku hikûmet û Wezareta Tenduristiyê bi van nêzîkatiyan dixwazin ji vîrûsê sûd bigirin û veguherînin qirkirin û cinayetên siyasî.

Girtiyên PAJK û PKK’ê daxwaz li malbat û raya gişt kir ku li hember girtiyên zindanan bi hestyar tevbigerin û destnîşan kirin ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwazin pergala îşkenceyê bêhtir berfireh bikin û pergaleke bi îşkence ava bike.

Girtiyên PAJK-PKK’yî: Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin

Girtiyên PAJKû PKK’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:

“Em xwedî mîras û çandekî berxwedana zindanan a nêzî 40 salî ne, em girtiyên azadiyê li hemberî van êrîşan teslîm nabin û ji azadiya xwe gav bi şûn ve navêjin.

Em ê li dijî van zordaran li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

Back to top button