Dayikên laçik spî hevkariya PDK’ê şermezar kirin

Dayîkên laçik spî yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî li hember îxanetê PDK’ê bang li dayikên kurdan kir ku xwedî helwestbin.

Dayîkên laçik spî yên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê êrişên PDK yên li dijî gerîla û nedayîna cenazeyên gerîla ji bo malbatên wan şermezar kir.

Dayikên Laçik Spî di daxuyaniya xwe de balkişand li ser hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re û got:

“Dewleta Tirk a qirker ku li dijî berxwedana gerîla têk çû..

PDK jî ji bo pêşî têkçûna dewleta dagirker bigre bi rêya bikaranîna hêzên xwe yên taybet û çeteyên bi navê Roj ketin dewrê û dest bi şerê li hember gerîla kir û gerîla şehîdxistin.

Li ser de jî cinazeyên gerîlayên şehîd nadin.”

Dayikên mexmûrê çalakiya deriyê Sêmalka silav kir û bang li hemû dayîkên kurd kir ku li hember xeta noker xwedî helwestbin.

Back to top button