Çavkaniyek ji ajansa Tass re: Ji bo şerê li Bakurê Sûrî, NATO wê destekê nede Tirkiyê

Piştî ku dewleta Tirk daxwaziya piştgiryê jê kir, NATO dibêje ew ê piştgiriyê nede dewleta Tirk ji bo şerê li Idlibê.

Li gorî çavkaniyekî ji NATO’yê ku ji ajansa Tass a Rûsî re ragihandiye, eger dewleta Tirk êrîşeke leşkerî li Bakurê Sûrî pêk bîne, wê NATO desteka leşkerî nede Tirkiyê.

Heman çavkaniyê got:

NATO ji bo kuştina leşkerên Tirk li Idlibê wê benda pêncemîn pêk neyîne.

Çavkaniyê destnîşan kir ku ti pilanên NATO yên piştevaniya ji Tikriyê re derbarê şerê li Bakurê Sûrî de nîne.

Beriya niha dewleta Tirk ji NATOyê xwestibû ku di şerê li Idlibê de xwedî rol be û daxwaza piştavaniyê kiribû.

Back to top button