Yekîtiya Ewropayê 8 alîgirên Rejîmê xistin lîsteya cezayan

Yekîtiya Ewropayê ceza li 8 kesên din ku alîgirên rejîma Sûrî ne birîn.

Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Meclisa Yekîtiya Ewropayê di çarçoveya sepandina cezayan li dijî rejîma Sûrî, 8 kesên din ên alîgirên rejîmê xiste lîsteya cezayan de.

Yekîtiya Ewropa diyar kir ku rejîma Sûrî ji çalakiyên van kesan nemaze yên bazirganî û aborî sûdê werdigre.

Bi vê yekê hejmara kesên alîgirên rejîmê ku di lîsteya cezayên Yekîtiya Ewropayê de ne gihişt derdora 277 kesî.

Back to top button