Li Dêra Zorê 33 ciwan tevlî Meclisa Leşkerî ya Hecînê bûn

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrî şehîd Ezîz Ereb bi merasîm û çalakiyên curbecûr tê bibîranîn.
Li Dêrazorê 33 ciwanên Ereb tevlî Meclisa Leşkerî ya Hecînê bûn.
Li Kantona Cizîr û Minbicê jî şehîd Ezîz hate bibîranîn.

38 sal li ser şehadeta Şehîd Ezîz Ereb re derbas bû.

Şehîd Ezîz Ereb 17’ê Nîsana 1985’an de şehîd bû.

Li Dêrazorê hemwextî salvegera şehadeta şehîd Ezîz Ereb ji pêkhateya Ereb, 33 ciwan tev li Meclisa Leşkerî ya Hecînê bûn.

Şehîd Ezîz yekemîn şehîdê Ereb di nava tevgera azadiya Kurdistanê de bû.

Di merasîma tevlêbûnê de, bi dehan endam û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê amade bûn.

Di dewreya binavê şehîd Ekaş Ebû Hemam hate lidarxistin de, wê ciwan 45 rojan perwerdeyê bibînin.

Şehîd Ezîz Ereb li Til Hemîsê hate bibîranîn

Her wiha Şêniyên navçeya Til Hemîsê bi merasîmekê şehîd Ezîz Ereb bi bîr anîn.

Di merasîma salvegera şehadeta şehîd Ezîz de, bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl, partî û rûspiyên êlên ereb amadebûn.

Merasîma bîranînê li Navenda Çandî ya navçeyê pêk hat.

Li wir Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ehmed El Ebawî di şexsê şehîd Ezîz de, şehîdên azadiyê bibîr anîn û got:

Em bi şehadeta Ezîz Ebas serbilind in.

Em soz didin ku heta dawiyê emê şopdarê rêya şehîdê xwe bin.

Di dawiyê de sînefizyonek têkildarî jiyana şehîd Ezîz Ereb hate pêşandan.

Minbiciyan şehîd Ezîz Ereb bi merasîmekê bibîranîn

Bi heman boneyê li bajarê Minbicê jî merasîma bîranînê hat lidarxisitn.

Merasîm li hola Meclîsa Gel a Minbicê pêk hat.

Li wir beşdaran teqez kirin ku ew ê heta dawiyê şopdarê xeta Şehîd Ezîz Ereb û tevahî şehîdên tevgera azadiyê bin.

Ezîz Ereb û şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bibîranîn

Back to top button