Mexdûra erdhejê a 80 salî tevî zarokên xwe li bin holika tenûrê de dijîn

Li ser erheja Mereşê ku li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê karesatek mezin rû da mehek derbas bû. Hê jî pirsgirêkên hêwirandin, xwarin, paqijî û hwd. ên mexdûrên erdhejê didomin. Li gorî daneyên dawî ên dewleta Tirk hejmara qurbaniyên erdhejê bû 46 hezar û 104 kes.

Hanim Bayram a 80 salî ya ji gundê Karşiyaka yê Meletiyê, yek ji mexdûrên erhdhejê ye.

Hanim tevî zarokên xwe li bin holika tenûrê ku 2 metre fireh û 5 metre dirêj e, dimîne.

“Ji ber em Kurdên elewî ne dewlet alîkarî neda me”

Bayram tîne ziman, tevî 30 roj di ser karesatê re derbas bûne lê hê jî konê wan tune ye.

Sedema alîkarî nedayîna wan jî Hanim Bayram wek cihekariya li hemberî nasnameyan wan destnîşan kir

“Ger erdhejek çêbibe em ê di bin vê betonê de bimînin û bimirin”

Hanim Bayram a ku di holika tenûrê de dimîne dibêje; Ger erdhejek çêbibe ew ê jî hilweşe. Em nizanim em ê biçin ku.

Mehek e em li vê derê ne. Me kon xwest, lê kesî nedame.

Ger erdhejek çêbibe em ê di bin vê betonê de bimînin û bimirin.”

“Ez li gundê xwe xaniyekî nû dixwazim”

Mexdûra erdhejê a 80 salî Hanim Bayranê ragihand ku tekane xwesteka wê, li şûna xaniyê wê yê di erdhejê de xesar dîtiye xaniyekî din bê çêkirin

Hê jî pirsgirêkên jiyanî ên mexdûran didomin

Wekî Hanim Bayram a 80 lî bi hezaran welatî di bin şert û zehmet de dijîn.

Mexdûriyeta herî mezin jî dewleta Tirk bi alîkari nedayîna wan dide avakirin.

Li ser erheja Mereşê ku li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rê karesatek mezin vekir mehek derbas dibe.

Lê hê jî pirsgirêkên hêwirandin, xwarin, paqijî û hwd. ên mexdûrên erdhejê didomin

Her wiha ji ber dewleta tirk bi polîtîkayên taybet mexdûrên êrdhejê neçarî koçberiyê dikin.

Li Bakûr û Tirkiyê hejmara qurbaniyan bû 46 hezar 104 kes

Li aliyê din hîna jî gelek cenaze ji bin kavilan têne derxistin.

Li gorî daneyên dawî ên dewleta Tirk hejmara qurbaniyên erdhejê bû 46 hezar û 104 kes.

Back to top button