Bi nêzbûna Hilbijartina Şaredariyê re Partiyên nû Ruxsetê digrin

Ji bo Hilbijartina Şaredariyan tenê 34 roj mane.
Partî û rêxistinên beşdarî hibijartinê bibin, divê despêkê li gel Rêveberiya Xweser Ruxsetkirî bin.
Hevserokê Komîteya Kar û Barên Partiyên Siyasî ya Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb got:3 partiyên din jî ruxset wergirtine.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 20’ê Gulana 2018’an qanûna partiyên siyasî derxistibû.

Rêveberiyê bi vê yekê re, diyarkiribû ku divê hemû partiyên siyasî li gorî yasayên herêmê ruxsetên xwe bigirin.

Li gorî qeydên fermî, heta Adara 2024’an 40 partî û rêxistinan ruxset girtin.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan biryar girt 30’ê Gulana 2024’an hilbijartina şaredariyan pêkwerin.

Piştî vê, Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî ya Rêveberiya Xweser jî, 7’ê Adara 2024’an ji bo partiyên ku ruxset negirtina heta 1’ê Nîsana 2024’an dem diyar kiribû.

Lê komîteyê di meha Nîsanê de ev dem dirêj kir.

3 Partiyên din Ruxset wergirtin

Piştî dirêjkirina demê, 3 partiyên din jî serlêdan kir û ruxset wergirtin.

Hevserokê Komîteya Karûbarên Partiyên Siyasî ya Kantona Cizîrê Hikmet Hebîb diyarkir ku wan daxwaza ruxsetdayînê ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Tevgera Çeksaziyê ya Sûriyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Rojavayê Kurdistanê qebûl kirine.

Hikmet Hebîb got, hin partî û tevgerên siyasî yên derveyî herêmên Rêveberiya Xweser daxwaznameya ruxsetgirtinê ji wan re kirine da ku navendên xwe li herêmê vekin.

Hebîb: Nêzî 30 Partiyan daxwazên Ruxsetgirtinê pêşkêş nekirin e

Hikmet Hebîb da zanîn ku nêzî 30 Partiyan daxwazên ruxsetgirtinê pêşkêş nekirin e û got:

“Beşek ji partiyan kar nakin.

Beşeke din destûra xebatê wergirtiye û soz dabûn ku dê di dema bê de, daxwaza ruxsetgirtinê pêşkêş bikin.

Derfet li pêşiya van partiyan heye ku ruxset bigirin.”

Back to top button