Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir.
Di daxuyaniya hêzên asayîşê de ev tişt hate gotin:
“Endamê hêzên me Nîdal El Mihemd dema li ser erka xwe ya parastina xak û gelê xwe bû di 25’ê Nîsanê de li Til Hemîsê rastî êrişa hin kesên nenas hat û şehîd bû.
Endamê me Dilşad Hesen roja Înê 26’ê Nîsanê dema erka xwe ya parastina welat û gelê xwe li bajarokê Tirbespiyê bi cih tanî, ji ber nexweşiyeke giran gihişt asta şehadetê.”
Asayîşê diyar kir ku şehîd Nîdal û şehîd Dilşad bi hezkirineke mezin a parastina welatê xwe têkoşîneke mezin meşandin û got:
“Şehîd Nîdal di oxira welat gelek xizmetên mezin pêşkêş kirin.
Bi hezkirin û duristî erkên xwe ji bo gel pêk dianî.
Şehîd Dilşad jî ji ber berpirsyariya xwe li hember welatê xwe û ji bo parastina welat û fedkariyên mezin a şehîdên me yên rêzdar ji vî welatî re tevlî nava refên hêzên me bû û hemû erkên xwe bi temamî pêk tanî.
Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahî gelê herêmê re dixwazin.
Em soz didin ku em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên şoreşê biparêzin û civakeke ewle û aram pêk bînin.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û paşnav: Nîdal El Mihemed
Navê bav: Îbrahîm
Navê dayikê: Necme
Cih û dîroka tevlêbûnê: Til Hemîs-14/8/2017ˊan
Cih û dîroka şehadetê: Til Hemîs-25/4/2024ˊan.
Nav û paşnav: Dilşad Hesen
Navê Bav: Elî
Navê Dayikê: Emîne
Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Tirbespiyê 30.12.2021
Cih û Dîroka Şehadetê: 26.04.2024 Tirbespiyê