Serokwezîrê Kanada di hilbijartinê de careke din biser ket

Li Kanada hilbijartina pêşwext pêk hat.
Li welat ji zêdeyî 27 milyon dengdêran tenê, 12 milyon dengdêr çûn ser sindoqan.
Ji sendoqan jî serkeftina Partiya Lîberal ya serokok wezîr Justin Trudeau derket.
Lê tevî serkeftinê jî Trudeau nikare bi tena serê xwe welat birêve bibe û pêwistiya wî bi partiyek hevkar heye.
Her wiha tevî ku Partiya Kesk û Partiya Gel a Kanada parlamenter şandin parlamentoyê jî lê serokên wan li herêma ku lê bûne namzet nehatin hilbijartin.

Li Kanada hilbijartina pêşwext hate kirin.

Li welat 27 milyon 366 hezar û 297 dengdêr dikarin dengê xwe bikar bînin.

Ji van tenê 12 milyon 492 hezar û 213 kes çûn ser sindoqan.

Ev dane jî dike ji sedî 45,65.

Li welat zêdeyî 20 hezar navendên hilbijartinê hatin diyarkirin.

Û ji bo dengdêran jî 105 hezar û 140 sindoq hatin danîn.

Li gorî encamên ne fermî yên li ser malpera fermî ya Koleja Hilbijartinê ya Kanadayê hatin weşandin, Partiya Lîberal a desthilatdar ji sedî 31,7 deng girt.

Bi vê rêjeya dengan, Partiya Lîberal a Serokwezîr Justin Trudeau ji 308 parlementeran 156 kursî bidest xist.

Tevî serkeftina xwe jî Trudeau nikare deshilata welat bi tenê diyar bike.

Ji bo vê yekê jî pêwistî bi partiyek ya şirîk heye.

Li Kanada ji bo deshilatdariya welat bi tena serê xwe pêwistî bi 170 parlamenteran heye.

Partiya mixalifa sereke ya welat jî karî bi giştî 121 parlamenteran derbêxe.

Di hilbijartinê de,

Partiya Bloka Quebec ji sedî 8,2 deng qezenc kir. Ew jî dike 32 parlamenter

Partiya Demokrat a Nû 27 parlamenter

Û Partiya Keskan 2 parlamenter deng stand.

Serokê Partiya Gel a Kanada nehat hilbijartin

Di vê navberê de, Serokê Partiya Gel a Kanadayî Maxime Bernier li bajarê xwe Beauce, parêzgeha Quebec, bi qasî pêşbînî dikir deng nestand.

Ev jî bû sedema serokê partiyê neyê hilbijartin.

Ji ber siyaseteke rastgiriya tund, Bernier di hilbijartinên berê de nekarî bikeve parlamentoyê.

Rêberekî din ê partiyê ku nekarî di hilbijartinan de têkeve parlamentoyê Seroka Partiya Keskan Annamie Paul bû.

Paul li beşê navendî yê Toronto bû berendam.

Lê ne karî serkeftinê bidest bixe.

Back to top button