Gerîlayan li Qendîlê dest danî ser balafireke dewleta Tirk

Balafireke bê mirov a bombebarkirî ya bi tîpa Bayraktar TB2 a dewleta Tirk a dagirker, li qadên gerîla kete xwarê.

Li gorî çavkaniyên gerîla, balafira dewleta Tirk ji kontrolê derket li qada Girê Savaş a Qendîlê kete xwarê.

Parçeyên balafirê ji aliyê gerîla ve hatin desteserkirin.

Li ser balafira kete xwarê nûmaraya T175 tê dîtin.

Di dîmen de, gerîlayek parçeyên balafirê nîşan dide ku ji ber xwe ve kete xwarê.

Gerîla dibêje, “Balafirên bêmirov ji xwe li vir kêm nabin, lê belê em hatin ser cenazeyê yek ji wan.”

Back to top button