”Di vê rewşa aloz de em dixwazin agahiyekê ji Ocalan bigirin”

Jinên Efrînê li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan axivîn û destnîşan kirin ku di vê rewşa belavbûna Vîrusa Koronayê de divê tevahî girtî bên berdan, lê dewleta tirk ev yek pêk nayne û ji bo rewşa Rêber Ocalan dewleta tirk nahêle malbat û parêzer serlêdanê pêk bînin.

Vîrûsa Corona yekem car li welatê Çînê rû da û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber vîrûsê li hemû welatan tedbîr hatin girtin û girtî hatin berdan, lê li Tirkiyê hîn jî girtiyên siyasî nehatine berdan.

Dewleta Tirk a dagirker nahêle malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan hevdîtin pêk bînin û tecrîdek girankirî li ser Ocalan dide meşandin.

Têkîldarê mijarê jinên ji Efrînê yên ku li gundê Dahanê ya Şehbayê bi cih bûne nêrînên xwe anîn ziman.

Erîfe Henan tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û got:

Rêber Apo bi planeke navneteweyî hat girtin û heta roja îro tecrîdek girankirî li ser tê meşandin.

Di vê rewşa belavbûna Vîrusa Korona de divê tevahî girtî bên berdan, lê dewleta tirk ev yek pêk-ne anî û nahêlin malbat û parêzer hevdîtinê bi Ocelan re pêk bîne.

Em ê her li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bijîn, xwesteka me ew e ku em agahiyek ji Ocalan bigirin.

Fîdan Hesen jî diyar kir ku ji ber Rêber Ocalan banga mafê mirovan û aştiyê dikir hat dîlgirtin û dibêje:

Li hemû welatan Vîrûsa Korona belav bûye û tedbîr hatine girtin, lê dewleta tirk nahêle hevdîtin bi Ocalan re pêk bê.

Banga me ji rêxistinên mafê mirovan re heye ku bi erkên xwe yê mirovî rabin, êdî bes e ji zilim û êşê re.

Xwesteka me ya sereke ew e ku em di vê rewşa aloz de ji Rêber Ocalan agahiyekê bigirin.

Back to top button