KCK: Bangên ji bo aramiyê girîngin

Ev nêzî mehekê ye, ji ber aloziya li Zînî Wertê ji gelek aliyên kurdistanî bangên hestiyariyê tên kirin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku bangên li ser Zînî Wertê gelekî hêja ne û destnîşan kir ku wê berpirsyariya dikeve ser milê wan bi cih bînin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser bangên hunermend, rojnamevan, KNK, kesayet û saziyên demokratîk ên li Kurdistanê yên li ser Zînî Wertê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCK’ê diyar kir ku piştî PDK pêşmerge birin qadeke Qendîlê di nav raya giştî ya Kurdan de bihistyariyek derket holê.

KCK’ê anî ziman ku ji bo alozî nebe şer, bang hatin kirin û wiha got:

Ev bang û bihistyariya di nav raya giştî ya Kurdan de gelekî bi qîmet e.

Li gorî me, ev helwest nîşana şênber a netewebûna demokratîk a gelê Kurd e.

Vê helwesta li hemberî aloziyeke di navbera hêzên siyasî yên Kurd, bendewarî û hesreta gelê me ya ji bo yekîtiya neteweyî jî diyar dike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê hesasyeta hunermend, rewşenbîr, rojnamevan, kesayet û saziyên demokratîk ên Kurd û jinên Kurd ên piştî rageşiya li Zînî Wertê hate nîşandan bi girîngî binav kir û wiha pêdeçû:

Careke din hatiye dîtin ku raya giştî ya Kurd di çareserkirina pirsgirêkan û afirandina sekna neteweyî de xwedî roleke girîng e. Ev rewş ji bo netewebûna Kurdan û ji bo gelê Kurd cihê kêfxweşiyê ye. Ev yek ne tenê destketiyeke gelê me ye, di heman demê de destketiya hêzên siyasî yên Kurd hemûyan e.

KCK’ê îşaret bi giringiya hewlesta kurdistaniyan kir û ev tişt anî ziman:

Eger ev baldariya raya giştî ya Kurd bidome, em di wê baweriyê de ne ku hêzên li Zînî Wertê hemû wê li rewş û cihê xwe yê berê vegerin.

KCK: Emê berpirsyariyên xwe bicih bînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber hewlesta aliyên kurdî ya li ser mijarê keyfxweşiya xwe anî ziman û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî.

Divê bê zanîn, li pêşberî bang, daxwaz û hesreta raya giştî ya Kurd, em ê bi berpirsyariya xwe rabin. Em di wê baweriyê de ne ku ev berpirsyarî û baldariya raya giştî ya Kurd ji bo çareseriya bi sekna neteweyî ya pirsgirêkên nava hêzên siyasî yên Kurd, ji bo afirandina yekîtiya neteweyî wê roleke girîng bilîzin.

Back to top button