Corona 3 milyonan derbaskir

Bêçaretiya cihanê ya li pêşberî vîrûsa Corona bi daneyên wê diyar dibe. Heta niha vîrûs derbasî zêdeyî 3 milyon kesî bûye.

Bêçaretiya rêgirtina li vîrûsê, welatên cihanê yên herî bihêz jî anîne pêşberî hev. Amarîka dibêje, vîrûs ji aliyê Çînê ve hatiye çêkirin û daxwaza lêpirsînê dike.

Vîrûsa Corona ku heta niha jê re dermanek ne hatiye dîtin bi lez belav dibe.

Vîrûs heta niha li zêdeyî 3 milyon kesî belav bûye.

Her wiha ji van kesan jî 207 hezar kes ji ber vîrûsê mirine.

Vîrûsê herî zêde bandora xwe li parzemîna Amerîka kiriye.

Tenê li Amarîka nêzî 1 milyon kes bi vîrûsê ketiye.

Tevî pêketiyan welatên herî zêde qurbaniyên vîrûsê dayîn jî dîsan Amerîka ye.

Heta niha zêdeyî 55 hezar kes ji ber vîrûsê mirine.

Amerîkaya ku li pêşberî vîrûsê bêçare bûye, Çîn bi derxistina vîrûsê tewanbar kir.

Amerîka: Vîrûs ji laboratoriyeke Çînî derket

Kenala Fox ya Amerîkî raporek weşand ku tê de ragihand vîrûsa ji laboratorîyek li Wohan ya Çînê derketiye û belavî cîhan bûyî.

Ji aliyê xwe ve Çîn bi tundî vê îdiayê red dike û ji Almanya daxwaza piştevaniyê kir.

Tevî metirsiya mezin a vîrûsê li Amarîka jî li San Francisco ya jiyan normal xuya dike.

Bi sedan welatiyên vî bajarî li ber parka Dolores rûniştîne û bê devpoşkin.

Borîs Johnson:Divê gel hişyar be û xwe ji vîrûsê biparêze

Li Ewropa jî rewş ji ya li Amerîka ne cuda ye.

Piştî ku serokwezîrê Birîtanya Boris Joghnson bi vîrûsê ketibû û jê başbû, îro serokwezîrê Birîtanya vegeriya karê xwe.

Joghnson bi daxuyaniyekê diyar kir ku zû ye biryarên derbarê vîrûsê de hêsan bikin, cîhan tevde bi metirsiya pêla dûyem ya vîrûsa corona rûbirû ye.

Tevî daneyên bilind li Ispanya zarok li kolanan in

Spanya jî ku di rêza duyemîn ya lîsteya welatên herî zêde ji vîrûsa corona bandor bûne de ye.

Di 24 seatên dawî de li Spanya 331 kes jiyana xwe ji dest da û hezar û 831 kes pê ketine.

Di wextekî de ku jimara qurbanên vîrûsê li Spanya dîsan zêde bûyî de, zarokên temenê wan di bin 14 salî de li kolanan dilîzin.

Îtalya deriyên bajêr wê veke

Li Îtalya jî di demeke kin de ji ber vîrûsê bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da.

Îro serokwezîrê Îtalî Jozînî Contî ragihand ku ji despêka 4 Gulanê de ewê hêdî hêdî deriyên bajar vekin û di qonaxa dûyemîn de divê mirov xwe biparêze.

Rûsya daneyên herî bilid tomar dike

Rûsya jî ku di rojên despêka belavbûna vîrûsa corona hejmarên kêm ji pêkeyiyan tomar dikir.

Lê di demên dawiyê de, rewşa li welêt metirsîdar bû.

Di 24 saetên dawî de 6 hezar û 198 kes pê ketine û 50 kes jî jiyana xwe ji dest daye.

Bi giştî li Rûsya 87 hezar û 147 kes pêketine û 794 kes jî jiyana xwe ji dest da.

Bi vê jimarê Rûsya Çînê derbas kir.

Serokê Rûsya Vladimer Putîn ragihand ku qedexeya derketina derve wê heta 30’ê Nîsanê dewam be.

Rojnameya Financial Times, di analizeke xwe ya li ser qurbaniyên vîrûsa Coronayê de dibêje,

Daneyên mirin û pêketina bi vîrûsê ku heta niha hatine ragihandin, ji sedî 60 zêdetire.

Back to top button