Êrişa li dijî Mexmûrê li Almanya û Swîsreyê hate şermezarkirin

Li dijî hewildana dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê ya artêşa Iraqê, Kurdistaniyên li Dusseldorfê, daketin qadan êriş şermezar kirin.

Li dijî hewildana dorpêçkirina Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya artêşa Iraqê, li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê çalakiya şermezariyê hat lidarxistin.

Girseya gel bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana xelkê Mexmûrê li statsyona trenê ya Dusseldorfê hatin ba hev.

Di çalakiyê de banga geşkirina têkoşîna navneteweyî hat kirin û çalakî bi dûşmeyên “Bijî berxwedana Mexmûrê” û “Bimre xiyanet” bi dawî bû

Her wiha Berxwedana Mexmûrê li bajarê Solothûrn yê Swîsreyê jî hat slav kirin.

Kurdistaniyên ku li Bahntofplatzê hatin ba hev li vir mîtîngek li dar xistin.

Di mîtîngê de bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku tavilê bi erka xwe rabe û dorpêça li ser wargeha mexmûrê bide rakirin.

Mîtîng bi dûrşma bijî berxwedana Mexmure bi dawî bu.

Artêşa Iraqê careke din bi hêzeke mezin dixwaze wargehê dorpêç bike

Back to top button