Kampa Holê! jinek DAIŞ’ê hat kuştin, 7 birîndar bûn û 50 jî hatin girtin

Li kampa Holê di encama şerekî de, jineke DAIŞ’ê hat kuştin û 7 jî birîndar bûn.
5 jinên DAIŞ’ê ku xwe kiribûn dadwer û ceza dibirîn jî hatin girtin.
Kamp Hol êdî navîşana nû ya hişmendiya DAIŞ’ê ye.

Li vir ne balafir hene, ne top û ne jî şerekî rû bi rû…Lê belê weke devera herî xeter li Sûrî tê dîtin.

Kampa Holê.. Navnîşana nû ya hişmendiya DAIŞ’ê.

Bêhtirî 70 hezar kes tê de dimînin.

Li beşekî wî reşahî dibare.

Beşê jin û zarokên DAIŞ’ê.

11 hezar jin û zarok tê de ne.

Hewl didin bi her awayî, hişmendiya DAIŞ’ê bi hêz bikin.

Nêzî 50 jinên DAIŞ’ê dadgehên bi dizî ji jinên din re ava kirin.

Dadgeha wan jî, ji bo dadgehkirina jinên ji xeta wan derdikevin e.

Hêzên Ewlekariyê, destê xwe lê werdan, jinên DAIŞ’î perset, ji bin kontrolê derketin û bi gotina siloganên çeteyan, çek li hemberî hêzên ewlekariyê bikar anîn.

Van jinan gule li Asayîşa Jinê reşandin.

Şer nêzî 15 deqeyan dewam kir.

Lê hêzên Asayîşê, ew dever kontrol kir.

Îcar li aliyê pişt ê vî beşî, careke din gule reşandin.

Piştî Kontrolê hat dîtin ku, Jineke DAIŞ’ê hatiye kuştin û 7 birîndar bûne.

Di encama destwerdana hêzên Asayîşê de, 50 jinên ku xwe weke dadwer didîtin û beşdarî tevliheviyan bûne, hatin girtin.

Di dîmenên wan de diyar dibe ku, sade reş in, di bin reşahiyê de, hişmendiyek herî bi tirs li ser Cîhanê heye.

 

Li kêleka vê jî, du jinên din ciwanekî Iraqî yê 26 salî birîndar kir.

Tê zanîn ku beriya niha ciwanekî Iraqî kuştibûn û yekî din jî birîndar kiribûn.

Bajaroka çadirên Spî bi bêdengiya civaka navdewletî bendekî mezin li hemberî tinekirina DAIŞ’ê.

Doh jî cenazeya jineke DAIŞ’ hat dîtin û bi dehan bûyerên din.

Ne diyar wê hîna çi were dîtin.

Tişta diyar ku kêliyên teqandina bombeyekê nêzîk dibe û ne dûr e parçeyên wê li her çar aliyên Cîhanê belav bibe.

Bi taybetî şaneyê veşartî digerin û em ji bîr nekirn serçeteyê wan Ebû Bekir Bexdadî banga êrîşan li ser kampê kiribû.

Leave a Reply

Back to top button