Li Qamişlo Kongireya Islama Demokratîk sempozyumek li dar xist

Li herêmê çalakiyên derbarê pêngava “”Ji rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya Siyasî” didomin.
Kongireya Îslama Demokratîk li bajarê Qamişlo Sempozyumek derberê Islama Demokratîk li dar xist.
Beşdaran di Sempozyumek de, eşkere kirin ku demokrasî tê wateya exlaqê û divê li mizgeftan perwerdeyên hişyarkirinê bê dayîn.

Rêber Apo û Ol (di navbera naverok û peralel de)

Bi vê dirûşmeyê Kongireya Islama Demokratîk Sempozyumek li navenda Mihemed Şêxo a çand û Hunher ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Sempozyum di çarçoveya pêngava “Ji rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya Siyasî” pêk hat.

Tê de oldar, endamên foruma Ol û baweriyan a Mezopotamyayê, endamên sazî û partiyan, ruspiyên eşîran û şênî amede bûbûn.

Di Sempozyum de, mijarên weke Newteweya Demokratîk li gel Rêber Apo, li rojhilata Navîn jin di pirsgirêk û çareseriyê û Islama Demokratîk de hatin nîqaş kirin.

Hevserokê Kongireya Îslama Demokratîk Şêx Mihemed El-Gerzanî axivî û balkişand li ser Newteweya demokratîk ya ku Rêber Apo xêz kiriye û wiha got:

“Demokrasî rêbaza rêveberiyê ye.

Rêber Abdullah Ocalan di wê baweriyê de ye ku avakirina modela neteweya demokratîk ya herî guncaw li gorî xwezaya civakê ye.

Her weha veguhertina neteweya demokratîk bi veguherandina komên ku ziman û çanda xwe ji hev cuda an jî dişibin hev di nava civaka demokratîk de, di çarçoveya civaka exlaq û polîtîk pêk tîn.

Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed Ruken Ehmed axivî û rewşa jinan a li Rojhilata Navîn û bandora olê li ser jinan kir.

Ehmed Ruken diyar kir ku divê Quran ji nûve were fêmkirin û têgehên bingehîn ên di peyama Qur’anê de ku wekheviya jin û mêr nîşan dide derxînin holê.

Beşdaran li ser mijarên ku hatin şîrovekirin nerîn û pêşiyarên xwe dan.

Herî dawî beşdaran diyar kirin ku demokrasî tê watiya exlaqê ku di civakê de hêmaneke bingehîn tê dîtin û eşkere kirin ku divê li mizgeftan perwerdeyên hişyarkirina civakê bên lidarxistin.

Back to top button