Delweta Tirk 300 çete ji herêmên dagirkirî şand Nîçîriya

Dewleta Tirk a dagirker bi pereyên zêde çeteyên xwe yên Sûrî dişînin welatên din yên dixwaze tevlîhev bike.
Herî dawî 300 çete şandin Nîjer ê.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî komên çete tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

gelek caran jî ji bo ku ji aliyê wê re şerbikin van çeteyan dişînin welatiyên ku alozî lê heye.

Mînaka vê yekê jî ku salê borî ev çete ji bo delweta Tirk re li Lîbiya û Ezerbîcan şer dikirin.

Vê carê jî dewleta dagirker çeteyan perwerde dike û amde dike da ku wan bişîne Nîçîriya.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşekere kir ku şevê din derdora 300 çeteyî bo Nîçîr hatin şandin.

çeteyên ku hatine şandin çekdarên Siltan Silêman Şah, Firqeya El-Hemzat û Siltan Murad in.

Li gorî çavdêriyê, her çeteyek ji van çeteyan wê 1500 dolarê Amerîkî ji aliyê xizmê wan yên li herêmên dagirkirî wekî alîkarî bistînin.

sala borî jî 300 çete ji bo ku ji dewleta Tirkiyê re şerbikin çûn Nîçîriya.

Back to top button