Malpera Rozene: Gera 6. Berî hilbijartinên serokatiya Sûriyê nayê lidarxistin

Hikûmeta Şamê ji bo dirêjkirina temenê desthilata xwe, xwe ji gera 6. a komîteya destûrî ya Sûriyê dide alî. Li gorî Rojnameya El-Erebî El-Cedîd, şandeya hikûmeta Şamê xwe amade dike da piştî Remezanê behaneyan bo nelidarketina gera 6. derxe.

Piştî binkeftina komîteya destûrî ya Sûriyê di danîna destûreke nû û li gorî biryara NY ya jimar 2254 de, hikûmeta Şamê bi armanca hilbijartina Beşar El-Esed bo wîlayeteke nû, berî lidarketina gera 6. a komîteyê.
berê xwe daye gîrokirinê.

Di vê derbarê de, malpera radyoya Rozeneyê ya Sûriyê got ku,

“Gera 6. a civînên komîteya destûrî berî hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê nayê lidarxistin.

Dirêjkirin lihevkirina li ser bernameya gera 6. dê heya lidarketina hilbijartinan, her wiha misogerkirina 7 salên din bo Esed, ragirtî bimîne.”

Rozeneyê da zanîn ku, mijara hevdîtina her du serokên komîteya destûrî Ehmed El-Kizberî û Hadî El-Behra, tenê bo mijûlkirinê bû, da bê nîşandan ku hikûmeta Şamê gavine rasteqîn bo berdewamiya karên komîteyê diavêje.

El-Erebî El-Cedîd: Hikûmeta Şamê dê ji Geir Pedersen bixwaze gerê bi paş bixe

Rojnameya El-Erebî El-Cedîd jî ji aliyê xwe ve da xuyakirin ku, şandeya hikûmeta Şamê dê ji şanderê NY Geir Pedersen bixwaze ku gera 6. a komîteyê bi paş bixe.

Jixwe dawiya Çileyê ango di gera 5. de, Pedersen eşkere binkeftina civînên komîteyê ragihandibû û destê xwe ji çareseriyê şûştibûn.

El-Erebî El-Cedîd destnîşan kir ku şandeya hikûmeta Şamê, xwe amade dike ku piştî meha Remezanê behaneyan derxe, da ger li dar nekeve.

Rikeberî: Çi berî çi jî piştî gera 6. ti rewatiya hilbijartinên serokatiyê nîne

Li ser vê yekê, endamê rikeberiyê Yihya El-Irêdî dibêje eger gera 6. a komîteya destûrî berî yan piştî hilbijartinan li dar bikeve, dê neyê wê wateya ku hilbijartinên nerewa, bên rewadan.

Endama komîteya destûrî ya lîsteya sivîl Rexda Zêdan ji Erebî El-Ecedîd re diyar kir ku, bûn û nebûna hilbijartinan, ti bandorê li bernameya komîteyê nake û got:

“Eger komîte destûreke nû bo Sûriyê deyîne, dê li gorî wê hilbjartin pêk werin.”

Hikûmeta Şamê bi her awayî bo dirêjkirina temenê xwe, keleman datîne ber her hewldaneke çarserkirina aloziya Sûriyê.

Back to top button