Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî êrîşa li ser Şengalê daketin qadan
August 17, 2021
17
Bi armanca protestokirina êrîşên li ser Şengalê û kuştina fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda, Kurdistanî li gelek bajarên Ewropayê daketin qadan. Di çalakiyan de pankartên ‘Ewropa li hemberî qetlîamê bêdeng nemîne, peywira xwe ya mafên mirovan pêk bîne.” hatin hildan.