Şengaliyan Ş. Seîd û Ş. Îsa bi merasîmeke girseyî spartin axê

Di êrîşeke din a li ser Şengalê ku ji aliyê heman sûcdaran ve pêk hat, Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn.. Ji bilî wan, êrîşê 3 birîndar jî li pey xwe hiştin. Duh bi awayekî girseyî her du şehîd li Şengalê hatin oxirkirin. 

Careke din Şengal bû armanca balafirên Tirkiyeya dagirker..

Duh derdora se’et 11’an dewleta Tirk bi balafirên xwe êrîşî navenda Şengalê kir.

Der barê êrîşê, encamên wê, Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê daxuyaniyek da û ragihand erebeyeke wan hatiye armanckirin.

Di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û birazîyê wî, şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûn.

Ji bilî wan, 3 sivîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces û Mîrza Alî jî birîndar bûn.

YBŞ’ê anî ziman ku ev êrîşa dewleta Tirk, dewama qirkirina civaka Êzidî ye û tekez kir ” Xwîna fermandarê mezin Heval Saîd li erdê namîne, heta ku faşîzma dewleta Tirk têk diçe, wê berxwedan bidome.”

Di heman rojê de, Fermandar Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda, bi merasîmekê li goristana Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan, hatin oxirkirin.

Di merasîmê de, li ser navê Fermandariya YJŞ’ê Viyan Hebabî got “Eger dewletek bi navê Îraqê hebûya, wê Tirkiyeya dagirker û faşîst mîna van êrîşan pêk neaniya.”

Viyan Hebabî anî ziman ku pêwîst e hikûmeta Îraqî li beramber van êrîşan bêdeng nemîne.

Ji ber ev êrîş rastî ti bertekan ne ji aliyê hikumeta Başûrê Kurdistanê û ya Iraqê û ne jî ji aliyê civaka navdewletî ve nayên, her û her ji aliyê Tirkyeya dagirker ve dubare dibin..

Back to top button