Li Rojhilatê Kurdistanê 11 kesî jiyana xwe dest dan

Di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî buhaya benzînê de heta niha 11 kes ji aliyê rejîma îranê ve hatiye kuştin 80 kes jî birîndar bûye. Giştî di xwepêşandanan de jî 16 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Îranê ji ber bûhayê benzînê sê qat hate zêdekirin gelek li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel daketin qadan.

Hêzên rejîma Îranê li bajarê Merîwan, Ciwanro, Sine yên Rojhilatê Kurdistanê êrîşî xwepêşandêran kir.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de 11 kesî jiyana xwe ji dest da 80 kes jî birîndar bûn.

Di encama xwpêşandanên du rojan de bi giştî 16 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ku saziya Hengaw ya Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye, li bajarê Ciwanro 6, Merîwan 4, Sine jî zarokek 12 salî, di encam êrîşên bi çek ê rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha di roja destpêkê a xwepêşandan de jî li bajarê Huzistanê 4 yê Sircanê jî 1 xwepêşandêr jiyana xwe ji dest dabûn.

Ev du roje şêniyên bajarê Ahvaz, Hürremşehr, Bircend, Meşhed, Geçsaran, Sircan, Bender Abbas, İsfahan û Şiraz li qadanin.

Herwiha li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek Kirmanşan, Sine, Merîwan, Salmast û Ciwanro li dijî bûhayê benzînê li qadanin û rejîmê protesto dikin.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî jî têkildarê mijarê daxuyaneyek da û diyarkir ku ev 4 sale wan bûhayê benzînê zêde nekirine û wê ev bûha ji bo malbatên ku rewşa wan nebaşe were bikaranîn.

Leave a Reply

Back to top button