Li Kerkûkê 10 çete hatin kuştin û 2 jî hatin girtin

Li Iraqê di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞ’ê de, herî dawî 10 çete li Kerkûkê hatin kuştin.

Şaneya ragihandinê ya Iraqî bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li derdora Kerkûkê bi yên Koalîsyonê re, dest bi operasyonekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê kiriye.

Li gorî şaneyê, di encama bombebarana balafirên hêzên Koalîsyonê de, 10 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 2 erebeyên wan jî hatin rûxandin.

Li heman deverê jî, 2 çeteyên DAIŞ’ê ku hewl didan êrîşekê pêk bînin, hatin girtin.

Back to top button