Rêya M4, xwaringeha Seqir û gundê Meilek hatin armanckirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe duh şev careke din Eyn Îsa û gundên wê topbaran kirin.
Çeteyên dewleta Tirk 11 kesên ji eşîra Teyî li Girê Spî ya dagirkirî revandin.

Duh dagirkeriya Tirkiyê di seatên şevê de, bi çekên giran navçeya Eyn Îsayê da ber topan.

Destpêkê rêya M4 û xwaringeha Saqir a li gundewarên rojhilatê Eyn Îsayê tobparan kirin.

Piştre qada topbaranê firehtir kir û vê carê gundê Meilek ê li aliyê bakur- rojavayê navçeyê, demek dirêj hat topbaran kirin.

Çeteyên dewleta Tirk ji eşîra Teyî 11 kes revandin

Li gorî çavkaniyên herêmî çeteyên dewleta Tirk 11 kes li bajarokê Silûk ê Girê Spî ya dagirkirî revandin.

Kesên hatine revandin 5 jin û 6 mêr, ji eşîra Teyî a Ereb in.

Her wiha hate zanîn ku hemleya çeteyan a revandinê dewam dike.

Back to top button