Li Silêmaniyê Platforma Kurdistan a ji bo mijarên nîştimanî ji aliyê hejmarek kesayet, rewşenbîr û çalakvanan ve hate damezirandin.
Platforma Kuristanê li Silêmaniyê pêk hat.
Endama platformê Avesta Kemal axaftina merasima vekirina platformê kir û diyar kir ku ew ji bo parastina nirxên nîştîmanê di bin platformekî de kombûne.
Herwiha di merasîmê de çalakvan û endamê platformê Osman Gulpî jî axivî û got;”
Platforma Kurdistan a ji bo mijarên nîştimanî projeyekî medeniye. Dixwaze çavkaniyên mirovan bêxe xizmeta niştiman de.
Ji bo civakekî medenî ya tendurist a ji derveyî pêşbaziyên siyasî hewldaneke.”
Gulpî eşkere kir ku wê platform li piraniya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bibe xwedî endam û û girîngiyê bide mijarê nîştimanî, hişyariya yasayî, siyasî û çandî.
Biryare ku Platforma Kurdistan a ji bo mijarên nîştimanî li bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bi riya konferans û çalakiyên medenî kar bike.