Çavdêriya Sûrî: Çekdarine nenas li bajarokê Siwêdan sivîlek kuşt

Li bajarokê Siwêdan ê Dêra Zorê, çekdarin nenas bi guleyan êrîşî sivîlekî kir û ew kuşt.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şeva borî çekdarin nenas li ser motorsiklêtekî, gule berdan şêniyekî.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku di encama gulebaranê de, ew kes hat kuştin.

Vî kesî karê pêxstina cenetorê keherebê dikir û ji bajarokê Siwêdan ê Dêra Zorê bû.

Berî niha li Dêra Zorê, çeteyên DAIŞ’ê endamekî asayîşê girtibû û gef lê xwaribûn ku eger ew vegere ser karê xwe, ew ê wî bikujin.

Tê zanîn ku tevgera Şaneyên veşaratî yên DAIŞ’ê li herêmê zêde bûye, li dijî wan jî şevanên QSD’ê operesyonan pêk tînin.

Back to top button