Rêveberiya Xweser buhayê ceh bi 150 L.S diyar kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihayê her kîlyeke ceh bi 150 LS diyar kir. Her wiha derfet da ku ceh derxin derveyî herêmên Rêveberiya Xweser jî.Hevserokê desteya aborî û Çandiniyê Selman Barûdo jî televsiona mere axivî û dazanîn ku ew li ser bihayê genim nîqaşan dikin û hefteya bê jî wê ji bo genim bihayê nû were ragihandin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî îro ji bo nîqaşkirina rewş û buhayên berhemên çandiniyê yên îsal, civînek li dar xist.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê, nûnerên yekitiyên cotkaran ên Rêveberiya Xweser û Sivîl beşdarî civînê bûn.

Di civînê de biryar hat dayîn ku bazirgan kîloya ceh ji cotkaran bi 150 lîreyên Sûriyê bikirin.

Her wiha derfet da ku ceh derxin derveyî herêmên Rêveberiya Xweser.

14’ê meha derbasbûyî jî Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî buhayê genim bi 225 L.S diyar kiribû.

Lê piştî buhabûna dolar û li ser gazinên cotkaran ku ev buha ji bo wan ne guncawe Rêveberiyê biryar da ku ew ê buhayê genim jî bugherin.

Derbarê vê mijarê de Hevserokê Desteya aborî û Çandiniyê Selman Barûdo ji televizyona mere axivî.

Selman Barûdo ragihand ku ew ji bo bihayê nû yê genim nîqaşan dikin.

Barûdo dazanîn ku buhayê genim di hefteya bê de wê di civînekê de were diyar kirin.

Back to top button