CPT serdana Tirkiyê kir, lê neçû Îmraliyê

​​​​​​​Tevî tecrîda girnakirî li Imraliyê û çalakiyên ji bo rakirina wê, li zindan û derveyî wan, CPT di navbera 11-25’ê Çileyê de serdana Tirkiyê kir, lê neçû Imraliyê. Serokê ÎHD’ê Akin Bîrdal diyar kir ku divê tecrîd û grevên birçîbûnê xalên sereke yên rojevê bin.

Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT di navbera 11-25’ê Çileyê de serdana Tirkiyê kir, li girtîgeh û navendên girtinê lêkolîn kiriye.

Li gorî daxuyaniya CPT, ew neçûye Îmralî, tenê têkildarî bê “ka pêşniyarên wan pêk hatine yan na”, bi rayedaran re civiyane.

Di daxuyaniya CPT de hat destnîşankirin ku li ser nêzîkatiyên kesên tên girtin û rewşa girtiyan nîqaş hatine kirin.

Li gorî CPT, wan rewşa jin, zarok û kesên bi cezayê heta hetayî hatine cezakirin, lêkolîn kiriye.

Şandeyê li gel serdana 11 qereqolên li Bakurê Kudistan û Tirkiyê, serdana 6 girtîgehan jî kiriye û lêkolîn kiriye.

Ji bo rakirina vê tecrîda giran, ku weke diyar e civaka navdewletî çavê xwe jê girtiye, li 107 girtîgehên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, zêdetirî 2 hezar girtî ev 63 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne.

Girtî destnîşan dikin ku li gel zext û zordariyê jî heta tecrîd bi dawî nebe ew ê bi biryardarî çalakiya xwe dewam bikin û bang li gel jî dikin ku xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derkevin.

Akin bîrdal: divê tecrîd û gervên birçîbûnê bibin rojeva sereke

Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal diyar kir ku, divê tecrîd û grevên birçîbûnê xala sereke ya rojevê be û pêşniyara konferanseke aştî û demokrasiyê kir.

Bîrdal got:

“Tecrîda li Imraliyê li gorî hiqûqa navxwe û navneteweyî jî sûc e.

Aştiya civakî bi rakirina tecrîdê û başkirina şertên girtîgehê dest pê dike, lewma divê raya giştî çareseriyeke giştî bibîne.”

Çalakiya greva birçîbûnê li zindan û derveyî wan dewam e

Çalakiyên greva birçîbûnê ku li zindanan hatibûn destpêkirin, li gelek deveran bi biryardariyeke xurt didome.

Li wargeha Mexmûrê li dijî tecrîda li Îmraliyê, çalakiya grevê di roja 42. de bi biryaradarî dewam dike.

Bi heman armancê, welatiyên li kempa Lavrîo ya Yûnanistanê dimînin jî, çalakiya wan ev 25 roj li dar e.

Kurdistanî li Marsîlya û stûttgart daketin qadan

Kurdistanî û dostên xwe yên li bajarê Marsîlya yê Fransa û Stûttgart ê Almanyayê jî duh daketin qadan û banga azadiya Ocalan kir.

Back to top button