Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî rojane çekan derbasî Idlibê dike û herî dawî 25 maşîneyên din derbasî herêmê kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh dewleta Tirk 25 maşêniyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk, di dergeha Kefer losîn re derbasî Idlibê kirin.
Li gorî Çavdêriyê, heya niha hejmara maşîne û alavên leşkerî ku dewleta Tirk derbasî herêmê kirine, bûye zêdeyî 10 hezar û 850 maşîne.
Ji bilî alavan, zêdeyî 12 hezar û 500 leşkerên Tirk jî, li Idlib û gundewarê Helebê bi cih kirine.
Balafirên Rûsyayê gundewarê Cebel El-Zawiyê topbaran kir
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer yên Rûsî du êrîşên asmanî, gundê Mişon yê li Cebel El-Zewiyê topbaran kir.
Di heman demê de hêza hikumeta Şamê deverên Fitêre, Kensefra û derdora bajarê El-Bara yên li Başûrê Idlibê topbaran kir.
Her weha hêza hikumetê devera El-Ankawî ya li Sehl El-xab a li bakur rojavayê Hemayê topbaran kir.