HPG’ê: Li herêma Zapê 2 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayan li herêma Zapê li hêzên dewleta Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 2 çeper jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyanî da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê, 23’ê Adarê li qada Kela Bêdewê ya Zapê, hêzên me ji 2 baskan ve bi rengekî koordîneyî li dagirkeran xistin.

Di vê çalakiyê de ku li dijî 2 çeperên dagirkeran hate kirin, herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin û herdu çeper hatin rûxandin.”

HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Qehremaniyê û bîranîna qehremanên nemir ên tevahiya Kurdistanê hate lidarxistin.

Her wiha HPG’ê diyar kir 21 û 22’ê Adarê quntara Girê Şehîd Şerîf ê herêma Xakurkê û qadên Saca û Şehîd Rustem ên herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombekirin.

Back to top button