Mehmet Ocalan: CPT şirîkê tecrîd û sûcê ku li Îmraliyê tê kirin e

Saleke ti agahî ji rêber Apo nayê girtin, hemû serlêdanên malbatê û parêzeran yên ji bo hevdîtinê jî tên redkirin. Birayê Rêber APo, Mehmet Ocalan, diyar kir ku li qadên Newrozê bi mîlyonan kesan azadiya Rêber Apo xwestin û got: “Divê ev daxwaz li ber çavan were girtin. Êdî dem dema azadiya Rêber Ocalan e.”

Herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axaftina bi telefonê kiribû û ew hevdîtin jî hatibû birîn. Ji wê rojê ve ango saleke ti agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin.

Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan derbarê tecrîda li Îmraliyê, serlêdanên hevdîtinên wan ku nayên bersivandin û peyama mîlyonan ku beşdarî Newroza 2022’yan bûn û daxwaza Rêber Apo kirin, ji Ajansa Mezopotamyayê re (MA) axivî.

Mehmet Ocalan destpêkê balkişande li ser tecrîda li Îmraliyê û anî ziman ku mînaka wê li cîhanê tune ye û wiha got: “23 sal in tecrîd berdewam dike. Dewleta tirk siyaseta xwe li ser vê avadike. Nêzîkatiya wan a li dijî birêz Ocalan û pirsgireka kurd bi hev ve girêdayî ye. 4 mirov di nava behrê de, di bin tecrîde de ne. Mafê mirovan xistine bin pêyan.”

Mehmet Ocalan bi bîr xist ku herî dawiyê di 25’e Adara 2021’an bi birayê xwe re bi telefonê axivî û wiha berdewam kir:

“Ev saleke ne parêzer ne malbat ji Rêber Ocalan agahî nastînin. CPT şirîkê vî sûcî ye. Ev tişt nayê qebûl kirin. Dewlet dibêje qanûnên min hene lê wan bin pê dike.

Li Tirkiyeyê ji bilî HDP’ê û çend partiyên bi HDP’ê re dimeşin, tu kes nabêje çima agahî ji 4 mirovan tune ye?

Yên ku dixwazin bi rêya kurdan bibin desthilat nikarin Îmraliyê nebînin.”

Mehmet Ocalan: Êdî dema azadiya Rêber Ocalan e

Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Rêber Ocalan îradeya gelê kurd e û wiha bi dawî kir;

“Di Newrozê de milyonan kesan ev bi dengekî bilind anîn ziman. Ji 7 salî heta 70 salî herkesê li qadan azadiya Rêber Ocalan xwestin. Tenê Rêber Apo dikare Pirsgirêka Kurd çareser bike.

Divê deriyê Îmraliyê were şikandin. Êdî dem dema azadiya Rêber Ocalan e.”

Back to top button