Di çalakiya hêzên gerîla de li herêma Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev yek got:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
5’ê Sibatê li navçeya Şêladizê ya Amediyê bi çalakiya gerîla ya koordîneyî li dagirkerên li derdora gundê Sîdayê hate xistin.
Hêzên gerîlayan xwe berdan nava dagirkeran û bi çekên giran lê dan.
Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.
Derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de jî HPG’ê agahî dan û got:
Çeperên berxwedanê yên gerîla ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi dehan carî bi tank û çekên giran hatin bombekirin.