Lêkolînerê Hollendî Frank Hogerbets pêşbiniya erdhejê kiribû

Beriya sê rojan ji erdhejê pispor û lêkolînerê Hollendî di karûbarên erdhejê de Frank Hogerbets peyamek li ser Twitterê parvekiribû û tê de pêşbîniya ku wê li Trikiyê erdhejek rû bide .

Frank Hogerbets di 3 Sibatê de peyamek belavkiribû û tê de diyar kiribû ku wê erdhejek bi pileya 7.5 li Başûr Tirkiyê, Sûriya Lubnan û Urdinê çêbibe.

Heya niha hêjmarek ji ziyanên madî û mirovî yên encama erdhejê hatine ragihandin, lê hîne jî bi giştî ziyan nehatine tesbîtkirin.

Li navenda Erdhejê ku Meraş bû, pileya wê 7.8 li ser pîvana Rîxterê çêbûye..

Bandora erdhejê li Îraq û Misrê jî çêbû.

Hêjayî gotinê ye ev bihêztirîn erdheje li herêmê rû dide piştî ya di 17 Tebaxa 1999’an çêbûbû û di encamê de 17 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Lêkolînên Erdnasîya Almanyayê jî ragihand ku erdhej 10 KM di bin erdê de li nêzî bajarêMaraşê pêk hatiye.

Agahî hene ku hin pêlên din ên erdhejê jî çêbibin û lewma banga tedbîran li xelkê tê kirin.

Li Bakurê Kurdistanê erdje

Back to top button