Navbera Îsraîl û Libnanê peymana sînorê deryayî

Di navbera Îsraîl û Libnanê aloziya bi salan bi dawî dibe.
Peymana sînorê deryayî yê herdu welat anîbûn pêşberî hev çareser bû.
Serokê Libnanê Mîchel Aoun pêşnûmeya dawî ya peymana sînorê deryayî ya bi Îsraîlê re îmze kir.

Bi salane di navbera Îsraîl û Libnanê de aloziya sînorê deryayî hebû.

Ev alozî herî dawî bi navbeynkariya Amerîka ber bi çareseriyê ve çû.

Serokê Libnanê Mîchel Awn bi Şêwirmendê Ewlekariya Enerjiyê yê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê Amos Hochstein re civiya.

Civîn doh li koşka serokomariyê ya li paytext Beyrûtê pêk hat.

Peymana sînorê deryayî ya navbera Îsraîl-Libnan hat îmzekirin

Piştî hevdîtinê Cîgirê Serokê Parlamentoya Libnanê Ilyas Ebû Saab bi Hochstein re civîneke çapemeniyê li dar xist.

Saab bi bîr xist ku Hochstein duh pêşnûmeya dawîn a peymanê radestî Awn kir û got,

“Serokomar Awn pêşnûmeya peymanê pejirand û îmze kir.

Serok wê metna peymanê bi Hochstein û şandeya Libnanê re bişîne navenda Neteweyên Yekbûyî ya li Başûr.”

Saab got,

“Weke hûn jî dizanin, pêşnûmeya peymana dawî ya ku Serok Avn ji Amerîkayê wergirt, weke ya di çapemeniyê de hatiye weşandin e.

Ne peymaneke veşartî, ne jî guhertin heye.”

Hochstein got;

Piştî xebatek bi mehan lihevkirineke dîrokî pêk hatiye.

Ji ber ku her du welatên cîran têkiliyên wan ên dîplomatîk nînin, di nava şer de ne, ji bo pevguhertina metna peymanê merasîmeke hevpar nayê lidarxistin.

Şandeya Libnanî û Îsraîlî wê kopiyên peymanê li salonên cuda bêyî ku bên cem hev li baregeha Hêza Xebatê ya Demkî ya Neteweyên Yekbûyî ya li herêma Nakura ya li başûrê Libnanê biguherînin.

Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid ji peymana navborî îmze kir.

Di navbera Îsraîl-Libnanê de aloziya sînorê deryayî

Di navbera Îsraîl û Libnanê de, aloziyeke sînorê deryayî ya 860 kîlometre çargoşe heye.

Herdû welat li vê herêmê mafê xwe dibînin.

Îsraîl îdia dike ku ji 5’an sêyê vê herêmê di bin serweriya wan de ye.

Libnan jî îdia dike ku herêma binîqaş a sînorê deryayî 2 hezar û 290 kîlometre çargoşe ye.

Piştî têkliyên dîplomasî yên bi mehan peymana navbera herdu aliyan hate îmzakirin.

Libnanê teqezî li ser wê yekê kir ku ew ê bi ti awayî hevkariyê li gel Îsraîlê di derxistin û lêgerîna gazê de pêk neînin.

Back to top button