Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan bi raporekê 33 rewşên binçavkirina çalakvan û rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê, belge kir.
NY eşkere kir “Azadiya derbirînê li Başûrê Kurdistanê bi paş ketiye” û ev yek şermezar kir.
Di raporê de behsa binçavkirina 33 çalakvan û rojnamevanên ku di navbera Adara 2020 û Nîsana 202’ê de bi awayekî fikar hatin binçavkirin tê kirin.
Ne tenê binçavkirin, rapor balê dikişîne li ser tundiya ku rojnamevan rastî tên û dibeje:
“Kesên binçavkirî rastî danustandineke tund tên û hemû jî bêyî diyarkirina sedema binçavkirinê û agahdarkirina malbatên wan çêdibin.”
Beriya niha Rêxistina Efû ya Navneteweyî û Yekîtiya Ewropa li dijî 6 sal cezayê ku ji bo rojnamevan û çalakvanan hatiye birîn, derketibû.