HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 32 caran ji hewayî û bejayî ve Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir.
“21’ê Nîsanê artêşa Tirk a dagirker li Herêma Zapê bi çekên giran êrişî Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî kir.
Hêzên me yên YJA-Starê ji bo parastina xwe bersiv dan û di encamê de pergalek kamera ya mobesse hate rûxandin.
Her wiha 20’ê Nîsanê, artêşa dewleta Tirk a dagirker li Herêma Metîna bi çekên giran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî kir.
Li wir jî hêzên me di çarçoveya xweparastinê de bersiv dan û di encamê de şer derket.
HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên ji hewayî ve jî ev agahî parve kir.
“20, 21 û 22’ê Nîsanê derdora gundê Şelazê yê herêma Metîna û gundê Sêgirê yê Qada Berxwedanê ya Amêdiyê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di heman demê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê FM û Girê Cûdî jî 26 caran bi tank û çekên giran hatin bombekirin.
Dewleta Tirk di roja duyem a cejnê de gundên Amediyê bombebaran kir
Li aliyê din Balafirên şer ên Tirk di roja duyemîn a cejne remezanê de, gundê Sakirî ya Amediyê ku dikeve ser parêzgeha Dihokê bombebaran kirine.
Têkildarî zirer û ziyanên bombebaranê heya niha ti zanyariyek bidest neketiye.