Wezîrê Karên Hûndîr yê Tirkiyê Suleyman Soylu bi daxuyaniyekî li xwe mikur hat ku hejmara qurbaniyên erdhejê zêde bune.
Li Tirkiyê û bakurê kurdistanê nêzî 3 mehan ne ku erdhej rûda ye û hîn jî hejmara qurbaniyan zêde dibe.
Li gorî daneyên fermî, hejmara kesên di erdhejên Mereşê yên 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dayîn zêde dibin.
Soylu: Ji qurbaniyan 7 hezar û 302 kes penaber in
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu tevlî bernameyeke televîzyonê bû û da zanîn ku hejmara kesên di erdhejan de jiyana xwe ji dest dayîn; bûye 50 hezar û 783’an.
Her wiha Soylu da zanîn ku ji qurbaniyan 7 hezar û 302 kes jê penaber in.