Koordînasyona hilbijartinê ya Ewropayê daxuyaniyek da

Komîsyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya Partiya Çepên Kesk li bajarê Koln ê Elmanyayê civîna çapemeniyê li dar xist û bang kir ku xwedî li Partiya Çepên Kesk derbikevin û dawîyê li rejîma yek-kesî ya li Tirkiyê bînin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ev tişt diyar kir:

“Em bawer dikin ku Tirkiyeke demokratîk, wê jiyana me kesên ku li derveyî welêt dijîn jî, hêsan bike.

14’ê Gulanê 2 bijartek li pêşiya Tirkiyê hene:

Yan rejîma yek-kesî ku jiyana gelan ji her alî ve ber bi tarîtiyê ve dibe wê dewam bike, yan jî wê bloga Ked û Azadiyê ku daxwazên jiyana mirovî diparêze, mirov bikeve rêyek nû.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê: Em dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê bang li hemû gel, jin û ciwanan kir ku ji bo hilbijartinên parlamenteriyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û ev tişt anî ziman:

“Daxwaza azadî, demokrasî, aştî û mirovî ya hemû gelên Tirkiyê, daxwaza me kesên li welatên Ewropayê dijîn e.

Em bang li kedkarên koçber ên li derveyî welêt dimînin û xwedî mafê dengdanê ne dikin ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Back to top button