Erdogan qanûna “rûbirûbûna tundrewiyê” li Fransayê rexne kir û banga vegera ji wê kir

Erdogan careke din bi zimanekî tûj berê xwe dide Fransayê û projeya wê ya rûbirûbûna tundrewiyê rexne kir.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan Çarşemê rexneyên tund aresteyî qanûna “rûbirûbûna tundewriyê” ya li Fransayê kir.

Li gorî wî, ev yek mîna derbeyekê li dijî demokrasiyê ye û sepandina qanûneke wisa wê tenê xizmeta tundrewiyê bike.

Erdogan idia kir jî ku dê ev qanûn serêşiyê ji Tirk û bi milyonan Misilman re bîne û li ser vê, bang li desthilatên Fransî û serokkomarê wê Macron kir ku bi lez ji vê qanûnê vegerin.

Piştî rûdana gelek bûyerên kuştinê ku li ser bingeha fikirê tundrew hatibûn kirin, Çileya îsal, Meclisa Fransî ev qanûn erê kir.

Hat diyarkirin ku sûcdarên van bûyeran jî ji aliyê rêxistinên îslamî ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, dihatin dehfandin.

Back to top button