WMA: Divê bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin

Yekîtiya Doktoran a Cîhanî xwest ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve were lêkolînkirin.
Yekîtiyê binçavkirina Seroka Yekîtiya Doktoran li Tirkiyê Dr. Şebnem Korur Fîncancî jî şermezar kir

Yekîtiya Doktoran a Cîhanê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlla û helwesta dewleta Tirk, daxuyaniyek da.

Serokê Konseya Yekîtiyê, Dr. Frank Ulrich Montgomery li ser mijarê got;

Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî PKK’ê, nûçe hatin belavkirin. Gelek derdora daxwaza lêkolînê dikin. Em jî tevlî wan dibin.

Divê mijara bikaranîn çekên kîmyewî ji aliyê komîsyoneke serbixwe were lêkolînkirin.

Di daxuyaniyê de binçavkirina Seroka Yekîtiya Doktoran li Tirkiyê Şebnem Korur Fîncanî jî hate şermezarkirin.

Piştî ku HPG’ê dîmen û belgeyên bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve hate eşkere kirin, Dr. Şebnem Korur Fîncancî gotibû;

Divê mijar were lêkolînkirin.

Û tenê ji ber vê gotina wê, şefê rêjîma Tirk Erdogan ew weke hedef nîşan da.

Li ser vê fermanê, parêzvana mafê mirovan Dr. Fîncancî 26 Cotmehê hate binçavkirin.

Back to top button