Li bajarê Qamişlo jinan komxebatek li dar xist

Meclisa Jinan a PYD`ê komxebatek bi navê “Di Têgîna Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî de” lidarxist. Jinên beşdar dan zanîn ku ji ber pergala desthildar azadiya jinan xeter dibîne, hewil dide ku bi hedefgirtina jinên pêşeng rê li ber serhildan û şoreşên jinan bigire.

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di çarçoveya qonaxa 4`emîn an pêngavê de, komxebatek bi navê “Di Têgîna felsefeya Jin, Jiyan, Azadî de” li hola navenda giştî ya PYD`ê ya bajarê Qamişlo li dar xist.

Di komxebatê de jinên rewşenbîr û nivîskar, endamên Kongra Star û Meclisa Jinan a PYD`ê yên li komxebatê amade bûn.

Komxebat ji aliyê Endama Akademiya Jineolojiyê Sosin Yûsif ve hat birêvebirin.

Sosin Yûsif diyar kir ku dirûşmeya ‘JIN JYAN AZADÎ ‘ bi saya fikir û felsefeya rêber Apo derkete pêş.

Back to top button