Jineke Efrînî ji qehra wêrankirina mala wê, jiyana xwe ji dest da

Em ê niha çîroka jineke Efrînî ji we re bêjin.Melek Îbo, temenê wê 63 sal bûn.Sala 2022’an vegeriya Efrînê û berê xwe da mala xwe.Lê komên çete ew qewrand! Ne tenê wiha, bi ser wê de girt û gefa kuştinê lê xwar.Lewra, ew jin ji qehra zordestiya dagirkeriyê û tirsa hovîtiya wan, jiyana xwe ji dest da.

Wexta dilê wê lê dida, wê bi zorê ji malê diqewirînin, lê vaye li ser milan e û tenê termek derbasî mala xwe ya resen dibe.

Ne bi gule yan êşkenceyê canê xwe winda kiriye, lê qehra wêrankirina mala vê jina Efrînî, zor li hiş û mejiyê wê bir û dawî li jiyana wî anî.

Çîroka Melek Xelîl Îbo ya 63 salî bi vî rengî ye.

Çaxa dagirkeriya Tirkiyê dikeve Efrînê, ew jî mîna bi sedhezarên kesan koçber dibe.

Piştî çend salan, bi peyvên qelp ên koma bi navê ENKS’ê tê xapandin.

Lewra, havîna 2022’an xwedêgiravî vedigere mala xwe ya li gundê “Elîcaro” ê navçeya Bilbilê.

Hingî daxwaz dike ku têkeve mala xwe.

Lê belê yek ji serçeteyên dagirkeriya Tirkiyê yê bi navê “Eseme Ebûiliz” ê ji Hemayê gefan li jina efrînî dixwe.

Rojekê ji rojan, çeteyên rûgirtî yên “Siqûr El-Şam” davêjin ser mala cîranê wê ku hingî lê dima.

Bi hêza çekê û darê dagirkeriyê li jêr gefa kuştinê, zorê lê dikin ku xwe ji mal û baxçeyên zeytûnan bêrî bike.

Tirseke mezin dikeve dilê Melek Îbo de û çimkî temenê wê mezin e, krîza mejî pê re çêdibe û dibe sedem ku jiyana xwe ji dest bide.

Wesiyeta wê jî ku li gundê xwe Elîcaro were veşartin.

Heta wan komên çete nedihişt ku wesiyet û daxwaza wê piştî mirinê jî bi cih were.

Wekî niha tê dîtin, bi vî rengî vegeriya mala xwe û nekarî cara dawiyê çavê xwe bi mala xwe kil bike.

Rastiya ku li Efrîna dagirkirî jî rû dide bi vî awayî ye.

Back to top button