Îbrahîm Bîlmez: Komplo bi rengê tecrîdê dewam dike

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku bêhiqûqiya li Îmraliyê li seranserê Tirkiyeyê belav bûye û got :
“Rewşa xirab a siyasî, aborî û civakî ku dewleta tirk niha jiyan dike encamê polîtîkayên dij kurd e,encamê polîtîkayên tecrîdê ye. Divê her kes li dijî tecrîdê bi erka xwe rabe.”

Rêber APO di nava tecrîdeke giran de ye. 30 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî li dijî vê tecrîdê xwe bêdeng dike.

Têkildarî mijarê Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez ji ajansa Firatê re axivî .

Parêzer Îbrahîm Bîlmez ragihand ku komploya di sala 1999’an de pêk hat, niha li Îmraliyê bi rengê tecrîdê dewam dike.

Îbrahîm Bîlmez: li ti welatekî cîhanê mînaka vê tecrîdê nîne

Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku ya heyî ji tecrîdê jî wêdetir e û got:

” Li cîhanê mînakeke vê rewşê nîne. Li ti welatekî cîhanê girtîgehek nîne ku parêzer û malbat nikarin 2.5 salan hevdîtinê bikin.

Cîhan tev vê yekê nabîne bêdeng dimîne.”

”Jiyankirina di nava şert û mercên Îmraliyê baweriyek ji dil dixwaze”

Bîlmez di dewamê de da zanîn ku mirovê ku di nava şert û mercên Îmraliyê de îdare bike pêwîstiya wî bi îradeyek xurt heye û wiha pêde çû :

” Min bi xwe dît bê Rêber Abdullah Ocalan di nava şert û mercên çiqasî giran de li ber xwe dide.

Ji bo pêkanîna vê jî pêwîstî bi îradeyeke gelekî xurt, baweriyeke ji dil heye.”

Bîlmez ji aliyê aborî, siyasî û civakî de rewşa xirab a Tirkiyê bi polîtîkayên dij kurd ve nîşan da û ev nirxandin kir.

” Tirkiye pirsgirêka kurd çareser nake, bi tecrîdê dixwaze encam bigre

Tecrîd tê wateya neçareserkirina meseleya Kurd.

Ji ber vê yekê her kesên li Tirkiyeyê divê hem ji aliyê mirovî, hem wijdanî hem exlaqî hem jî hiqûqî li ber tecrîdê rabin û bikevin nava liv û tevgerê.

Divê Tirkiye bangên Birêz Abdullah Ocalan ên berî û piştî pêvajoya Îmraliyê cidî bibîne.

Abdullah Ocalan digot, em meseleya Kurd di nava xwe de çareser bikin, hêzên navneteweyî tevlî nekin.

Çareseriya meseleya Kurd bi rengê aştiyane wê bi gelan hemûyan bide qezençkirin .”

Îbrahîm Bîlmez: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez di dawiyê de bang li Tirkiyê kir ku dawî li bêhiqûqiyê bîne û tecrîdê ji holê rake.

Remziye Mihemed: Rêber Apo ji bo azadiya jinan gelekî têkoşiya

Back to top button