Gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê doh jî li dijî rejîma Îranê li qadan bûn

Hêrs û berteka gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yê li dijî rêjîma Îranê a qirker didome.
Doh jî li gelek bajaran xwepêşandan dewam kirin û gel daxwazên xwe yên azadiyê û rûxandina rêjîme dubare kirin.

Ev zêdetirî 20 rojin xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî kirinên rejîma Îranê yê paşveru li qadanin.

Doh jî xwepêşandanên gel li gelek bajaran bi biryardariyek mezin dewam kir.

Li bajarê sine yê Rojhilat xwepêşandaran gelek deveran dan ber agir û rê li hêzên rejîmê girtin.

Serhildana ku remza wê bûye jinên têkoşer û berxwedêr, bi pêşengtiya jinan dîsa li gelek bajaran çalakî hatin li dar xistin.

Li bajarê Bokanê, jinên ciwan yên xwendekar bi diruşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Kurdistan” li dijî rejîmê meşiyan.

Ev der jî bajarê Tehranê yê peytaxta Îranê ye.

Di roja 20’an de jî gelê li vir li dijî hovitiya rejîma Îranê li ser pêyan bûn.

Gel bi diruşmeyan hersa xwe anî ziman û daxwazên xwe yên azadiyê dubare kirin.

Back to top button