Putin: Em amade ne her cûre çek bikar bînin

Piştî ku hêzên Ukraynayê hin dever ji kontrola artêşa Rûsyayê derxistin, xeteriya bikaranîna çekên nuklerî careke din ket rojevê. Serokê Amerîkayê gefên Vladîmîr Putîn weke xeteriyeke mezin binav kir û got: Ji dema şerê sar ve, cara pêşî ye ku cîhan bi xeteriya şerekî mezin re rû bi rû ye. Di vê navberê de artêşa Rûsyayê îdîa kir ku hêzên wan li herêma Donetskê 4 dever kontrol kirine.

Demên dawî bi desteka hêzên Rojavayî, artêşa Ukrayna derb li hêzên Rûsyayê da.

Û heta niha hin dever ji kontrola hêzên Rûs hatine derxistin.

Piştî vê yekê serokê Rûsyayê Putîn ragihand ku ew di warê leşkerî de amade ye her cûre çek li dijî hêzên Rojavayî bikar bîne.

Biden: Putin di mijara Çekên Nuklerî de henekan nake

Serokê Amerîkayê Joe Biden gefa Putîn bi van gotinan pênase kir: “Ew henekan nake.

Ji dema aloziya moşekên Kubayê ya sala 1962’an, gefeke cidî û yekser a bikaranîna çekên nuklerî heye.

Wê salê Yekîtiya Sovyetan xwe amade dikir ku ji Kubayê moşekên nuklerî bavêje Amerîka.”

Biden anî ziman ku Rûsya vê gavê li Ukrayna di rewşeke xerab de ye û got:

“Em niha li bendê ne bê ka Putîn wê xwe çawa ji vê yekê rizgar bike.”

Rûsya: Hêzên me li Donetskê pêşde diçin

Di vê navberê de piştî zêdebûna tevgerên leşkerî yên artêşa Ukraynayê, Rûsya jî îdîa kir ku hêzên wan pêşde diçin.

Artêşa Rûs ragihand ku hêzên girêdayî wan li rojhilatê Ukrayna û bi taybet herêma Donetskê 4 dever kontrol kirine.

Ukrayna: Heta niha me 500 KM-kare rizgar kiriye

Ji aliyê xwe ve artêşa Ukraynayê jî diyar kir ku hêzên wan di nava 2 hefteyan de 500 kîlometre-kare ji kontrola artêşa Rûsyayê derxistine.

Li gorî daxuyaniya Kievê, serkeftina herî mezin li derdora herêma Xarkîvê bidest xistine.

Back to top button