Li Xan Yunis a Xezayê gorên komî hat dîtin

Li Şerîda Xezayê piştî şerekî dijwar wêraniyek mezin li Xan Yunisê derket holê.
Li Xan Yunisê Karkerên Ajansa Parastina Sivîl a Filistînê 190 termên Filîstinî ditîne ku demeke dirêje hatine definkirin.
Li aliyê din her roj li Şerîa Rojava hêzên Îsraîlê êrîşî Filîstiniyan dikin ku herî dawî di êrîşê de 3 Filîstinî mirin û her wiha 6 kes jî bi guleyan brîndar bûn.

Li Xan Yunisê piştî vekişîna artêşa Îsraîlê kesên di bin xirbeyan de mane tê derxistin.

Karkerên Ajansa Parastina Sivîl a Filistînê ragihandin ku wan 190 termên filistînî dîtine ku li derdora Kompleksa Bijîşkî ya Nasir li Xan Yûnisê hatine veşartin û dibe ku termên din li pey hev bên dîtin.

Xebatkarên Parastina Sivîl ên li Xezayê destnîşan kirin ku cenaze di ‘qonaxa pêşketî ya rizîn û xerabûnê de ne û nîşaneyên ku ‘Piştî îşkence û muameleya xerab hatine definkirin’ dîtin.

Çavkaniyên ji WAFA’yê re axivîn wiha gotin:

“Nêzî 500 kes di Komkujiya Xan Yûnisê de winda bûn û nêzî 2 hezar welatî jî piştî ku hêzên dagirker ji herêmên cuda yên Şerîda Xezayê vekişiyan winda bûn .”

Li Şerîa Rojava di êrîşa artêşa Îsraîlê de 3 Filîstinî mirin

Li Şerîa Rojava artêşa Îsraîlê êrîşî Fîlîstiniyan kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Fîlîstinê ragihand ku 3 Filîstinî ji hêla hêzên Îsraîlê ve hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniya xwe de anî ziman ku nêzî Beyt Anunê du kesên xwestin êrîşî leşkerên Îsraîlê bikin, hatine bê bandor kirin.

Her wiha Wezaretê ragihand ku di êrîşa ku ji aliyê niştecihên cihû yên neqanûnî ve li bajaroka Burka ya bajarê Ramallaha Şerîaya Rojava hat kirin de 6 kes bi guleyan birîndar bûn.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Cîhana Erebî, nişteciyan hewl dan ku bi ser malekê de li aliyê bakurê gund û malên din li aliyê rojava bigirin û guleyên rastî avêtin ser welatiyan.

Li gorî şahidan, hêzên Îsraîlî ji bo parastina niştecihan êrîşî gund kirin û bi guleyên rastî û gazan êrîşî welatiyan kirin.

Hêzên Îsraîlî jî nehiştin tîmên parastina sivîl bigihin cihê bûyerê û agir vemirînin.

Li Ramallahê di êrîşan de 6 Filîstinî bi guleyan birîndar bûn

Di vê navberê de WAFA’yê ragihand ku artêşa Îsraîlê piştî ku bajarê Hebron ê li başûrê Şerîeya Rojava dagir kir, gelek welatî binçav kirin.

Ajansê her wiha ragihand ku hêzeke mezin êrîşî Kampa Balata ya Penaberan li rojhilatê Nablusê kir û teqînan pêk hat.

Li aliyê din ajansê ragihand ku di encama gulebarana Îsraîlê de ciwanek birîndar bûye piştî şer û pevçûnên ku li Kampa Şuafat a penaberan li bakurê rojhilatê Qudsê derketine.

Şerîeya Rojava ji destpêka şerê navbera Îsraîl û Hamasê di 7’ê Cotmehê de bûye şahidê zêdebûna tundiyê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya li Ramallahê, hêzên Îsraîlî û nîştecihên li Şerîeya Rojava 483 Filistînî kuştin.

Li gor daxuyaniya Servîsa Ewlekariya Hundirîn di heman pêvajoyê de ji aliyê Îsraîlê ve di êrîşên Filistînê de herî kêm 19 Îsraîlî hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê êrîşî Refahê kir: 8 Filîstinî hatin kuştin

Back to top button