Polonyayê amadeye malûvaniya ji çekên nukleer re bike

Polonyayê ragihand ku ew li dijî “gefa Rûs” amade ye ku malûvaniyê ji çekên nukleer re bike.

Serokkomarê Polonyayê di roportaja xwe ya ku roja Duşemê hatî weşandin de, diyar kir ku Rûsyayê li Kalînîngrad û Belarûsê çekên nû bi cih kiriye.

Li dijî bicîhkirina çekan heger NATO biryar bide baskê xwe yê rojhilat xurt bike, Polonya amade ye ku malûvaniyê ji çekên nukleer re bike.

Serokkomar Andrej Dûda di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Fakt de, wiha got:

“Eger hevalbendên me ji bo xurtkirina ewlehiya baskê rojhilat ê NATO’yê biryar bide ku çekên nukleer li xaka me bi cih bike, em amade ne ku vê yekê bikin.”

Dûda diyar kir ku li Polonyayê bi cih kirina çekên nukleer, “ev demeke” di navbera Amerîka û Polonyayê de mijara nîqaşê ye got:

“Min ev mijar berê jî bi wesîleyên cuda anîbû rojevê.”

Dûda di meha Adarê de bi hemrayedarê xwe yê Emerîkî Joe Bîden re hevdîtin kiribû.

Di Hezîrana 2023’yan de Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihandibû ku çekên xwe yên destpêkê yên nukleer transferî Belarûsê kirine.

Back to top button