Koreya Başûr û Japonyayê ragihandin ku Koreya Bakur moşekeke balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve avêtiye.
Ewlehiya Peravê ya Japonyayê jî piştrast kir ku Koreya Bakur li gorî saeta herêmî saet 15.04’an de moşekeke balîstîk avêtiye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Japonyayê, mûşek li derveyî herêma aborî ya taybet a neteweyî ya Japonyayê ketiye.
Ji bo tesbîtkirina zirarên muhtemel ên li herêma ku fuze lê ket, li avahiya Serokwezîriyê ekîbeke lezgîn hat avakirin.
Serokwezîrê Japonya Kişîda Fumio diyar kir ku wî ferman daye ku li herêmê “li hember rewşên nediyar” hemû tedbîr bên girtin.
Hêjayî gotinê ye ku ev ceribandin hemwextî ligel serdana Fermandarê Hêza Fezayê ya Amerîkayê General Stephen Whiting bo Seula paytexta Koreya Başûr.
Televizyona dewlete NHK’ê diyar kir ku Koreya Bakur ji sere sale vir va cara 10’emîn moşekên curbecur û menzîla wan ceriband.
Rêveberiya Pyongyangê hefteya borî li Deryaya Zer moşeka krûzê û cureya nû ya fuzeya dijî balafirê ceriband.



