Li Çînê lehî rabû: 11 kes winda bûn

Li Çînê ji ber rabûna lêhiyê karesateke mirovî rû da 11 kes winda bûn, nêzî 60 hezar kes jî hatin rizgarkirin.

Gûangdong ku bi paytext Gûangzhû re eyaleta herî dewlemend û herî qelebalix a welêt e û sembola hêza hilberînê ya Çînê ye, ji roja Pêncşemê ve di bin bandora baranên tund de ye.

Li gorî rayedarên herêmî, barana zêde ya bi tund bû sedem ku çem bilind bibin û rê li ber tirsa “lehiya sedsalê” vekir.

Li gorî ajansa nûçeyan a Çînê, “Piştî baranên tund ku di rojên dawî de gelek herêmên Gûangdong’ê bandor kir, 11 kes winda ne.”

Tîmên rizgarkirinê 60 hezar kes ji malên wan derxistin.

Di dîmenên li ser medyaya civakî de hat dîtin ku ji ber lehiyê erdên mezin di bin avê da mane û tîmên xilaskirinê bi botên jiyanê însanan di nav ava kûr da dibirin.

Hat diyarkirin ku li bakurê Guangdongê asta çemekî bi awayekî ne asayî bilind bûye.

Piraniya Guangdong beşek ji deltaya çemê Pearl a nizm e û tê zanîn ku ji ber bilindbûna asta deryayê û bilindbûna bahozê meyla lehiyê ye.

Back to top button